Hevalên xoşewîst û delal ez pirtûka helbestan jî di binê vê de parvebikim.
Hevalên kêfa wan ji helbestan re werê û bixwazin bixwînin fermo.
https://drive.google.com/file/d/1-0IroCx-R6fvgp-_OhwoOh9jv-jyzVv-/view?usp=drivesdkHevalên ku bixwazin pirtûkê bixwînin, bi awayê PDFî parvedikim. Ez zanim zimanê pirtûkê hinekî girane, gotinên ku mirov fêm nekê di pirtûkê de wê derkevin pêşberî mirov lê ger mirov bixwaze fêm bike, dikare ji ferhengên Kurdî yên malperên Internetê sûdê bigirê. Min di 2 salan de pirtûk nivîsî lê keda 30 salîye. Nivîsandin û xwendin gelekî ji hev cudaye û armanca min ya nivîsandinê ne ku karekî jê bikim, bi tenê tiştên ku min ji jîyanê fêm kirine dixwazim bi civakê re parvebikim.
...
Merasîma laşê Ayetullah Xumeynî 1989 Îran.
Bawermendên ku digotin "heger ji kefenê wî em perçeyekî bigirin/bistênin, em ê perçeyek ax ji bihiştê bistênin". Êrîşî kefenê wî kirin û kefen kirin piçek û parî.
Di encama dawîya rojê de, 8 kes mirin û 440 kes giran û 10 hezar û 800 kes sivik birîndar bûbûn. Di merasîma termê Qasim Silêmanî de jî, ji 50 kesî zedetir miribûn û 213 kes jî birîndar bûbûn.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Ji % 53ê nûzafa wê ya astengîyê heye lê piştî vê jî tê girtin! Ne ojdan heye, ne rewişt. Ev çavsorayî bi rastî jî mirov matmayî dihêle. Ti nirxên mirovahîyê nikare vê bipejirîne!!
#MakbuleOzer
Ciwan û keçên Kurdan, bi xwîna xwe axa Kobanê avdan. Li hemberî hovên har û hovîtîyê laşên xwe kirin mertalên zindî.
Bi hezaran ciwanan jîyana xwe ji dest dan.
Bi dest xistina tiştan, bi taybetî jî bi dest xistina axê, berdêlên giran dixwaze. Li hemberî tekoşîna wan lehengan bejna xwe ditewînim. Bi xêra tekoşîna wan, jîyana bi hezaran mirov ji xetereyê rizgar bû. Ango ji bilî axê, jîyana bi hezaran mirov xistin ewlehîyê. Yekê Mijdarê, roja Kobanî ya cîhanê li gelê Kurd û azadîxwazan pîroz be.
Ku mirov dibîne ciwanmêr yan jî ciwanjin in, pirtûkê dixwînin û şîrove dikin, mirov dilxweş dibe, ev cihê şanazîyê ye. Vî ciwanmêrî jî gotîye zimanê pirtûkê gelekî girane, ez jî zanim zimanê pirtûkê hinekî girane lê heger mirov bi Kurdî bizanibe bixwîne ez bawerim piştî çend rûpelan û pê de wê ne gelekî giran werê.
Ji bo xwendin û şîroveya vî ciwanmêrî jî spasdarim. 🙏
Ev kirinên li hemberî vê jina Îsraîlî, bi yek gotinê mirov dikare bêje hovîtîye. Rojhilata Navîn serdema tarî dijî. Temamê rêxistinên Îslamîst wek hevin. Ku dengê allahuekber bilind bû, bizanibin li wir kuştin heye. Hamas, Talîban, Daîş ,Elqaîde, Haşdîşabî, Boqo Heram û dewletên Îslamîst tev yekin.
Şaxên wê çi bibin bila bibin, bingeh yeke. Jixwe pirsgirêk jî tam di bingehê de ye. Bawerîyan Rojhilata Navîn fitilandîye dojehê.
1) Demeke ku Cizîra Botan mîrîtîye, hirçek ketîye çîyayekî Cizîrê. Êdî kes nema wêrê bi wî rexê Cizîrê de biçe. Hirçê êrîşî wan dikir, ji ber hirçê dabûn qaqareş. Mîr go: kî hirçê bikuje, ezê dîyarîyek/xelatek mezin bidim wan.
Rojekê rastî termê/kêlaşê hirçê tên ku hirç hatîye kuştin. Tên Bircabelek ji Mîr re dibêjin ku hirç hatîye kuştin. Mir car din dibêje ku kê hirç kuştibe bere werê ezê xelata wî bidimê. Ji ber xelatê bi koman kes tên û dibêjin ku hirç min kuştîye.
...
Bawerî, ango ol, mêjîyê mirov dorpêç dike û çavên mirov digire. Bi gotineke din, dîtinê asteng dike.
İnanç, yani din, insanın beynini zapteder ve gözleri kapatır. Diğer bir deyişle, görmeyi engeller.