1) Demeke ku Cizîra Botan mîrîtîye, hirçek ketîye çîyayekî Cizîrê. Êdî kes nema wêrê bi wî rexê Cizîrê de biçe. Hirçê êrîşî wan dikir, ji ber hirçê dabûn qaqareş. Mîr go: kî hirçê bikuje, ezê dîyarîyek/xelatek mezin bidim wan.
Rojekê rastî termê/kêlaşê hirçê tên ku hirç hatîye kuştin. Tên Bircabelek ji Mîr re dibêjin ku hirç hatîye kuştin. Mir car din dibêje ku kê hirç kuştibe bere werê ezê xelata wî bidimê. Ji ber xelatê bi koman kes tên û dibêjin ku hirç min kuştîye.
...
2)
Mîr dipirse ka we çawa hirç kuşt?
Her kes li gora xwe dibêje halo...malo...wilo...wiha...wiha min kuşt.
Wexta çîroka xwe ya kuştina hirçê bi dawî dikin, Mîr dibêje pixxkk😊 ji tirsa diveciniqin, dibizdin. Mîr dibêje yên ku hirç kuştine, ne ev in û dipirse ma kes nema?
Ji Mîr re dibêjin ku, bi tenê "hovo" ma.
Mîr dibêje ka bang bikin wî jî.
Diçin li hovo digerin wî dibînin û tênin cem Mîr. Mir dipirse: hovo ma te hirç kuştibî?
Hovo dibêje; belê Mîrê min, min hirç kuştibî.
...
3)
Mir dibêje: ka bêje te çawa kuştibî?
Hovo destê xwe dide ber sînga xwe û dibêje: ez Hovobîm. Telîya xwe bi Mîr û Wezîr vedike û dibêje, tu hirçobî û ev jî Deqobî. Deqo kûçikê Hovoye. Axaftinê berdewam dike: hirço hatibî, Deqo êrîş kiribî Hirço û min rahiştibî darekî (wek mêkutekî) li serê Hirço dabî, li serê Hirço dabî û min wî kuştibî. Mîr dibêje: pixxkk😊 Hovo destê xwe dike kulm û li Mîr dihime, xwe tirş dike û dibêje: pixxkk û kûnna dê😀 Mîr dibêje:temam raste vî hirç kûştîye.