Xelef=Halef AKAY

@Xeleff
108 Followers
122 Following
41 Posts
Rêwîyê fêmkirinê û tiştnan jî dinivîse...
Hevalên xoşewîst û delal ez pirtûka helbestan jî di binê vê de parvebikim.
Hevalên kêfa wan ji helbestan re werê û bixwazin bixwînin fermo.
https://drive.google.com/file/d/1-0IroCx-R6fvgp-_OhwoOh9jv-jyzVv-/view?usp=drivesdk
Bawer bikin yek nivîskarê Kurd jî di nivîsa Kurdî de kar nake û em ked û westandinê deynin alîyekî, tev jî ji berîka xwe dixesirin. Lêbelê ev jî ji min re ne girînge çimkî ez civaka xwe dizanim. Cardin jî dibe ku ji pirtûkê gotinan parvebikim û zêde dûvdirêj nekim û hevalên ku bixwazin bixwînin fermo 😊
https://drive.google.com/file/d/1-0IroCx-R6fvgp-_OhwoOh9jv-jyzVv-/view?usp=drivesdk
Hevalên ku bixwazin pirtûkê bixwînin, bi awayê PDFî parvedikim. Ez zanim zimanê pirtûkê hinekî girane, gotinên ku mirov fêm nekê di pirtûkê de wê derkevin pêşberî mirov lê ger mirov bixwaze fêm bike, dikare ji ferhengên Kurdî yên malperên Internetê sûdê bigirê. Min di 2 salan de pirtûk nivîsî lê keda 30 salîye. Nivîsandin û xwendin gelekî ji hev cudaye û armanca min ya nivîsandinê ne ku karekî jê bikim, bi tenê tiştên ku min ji jîyanê fêm kirine dixwazim bi civakê re parvebikim.
...

Merasîma laşê Ayetullah Xumeynî 1989 Îran.

Bawermendên ku digotin "heger ji kefenê wî em perçeyekî bigirin/bistênin, em ê perçeyek ax ji bihiştê bistênin". Êrîşî kefenê wî kirin û kefen kirin piçek û parî.
Di encama dawîya rojê de, 8 kes mirin û 440 kes giran û 10 hezar û 800 kes sivik birîndar bûbûn. Di merasîma termê Qasim Silêmanî de jî, ji 50 kesî zedetir miribûn û 213 kes jî birîndar bûbûn.

Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.
Jineke 81î hat girtin.

Ji % 53ê nûzafa wê ya astengîyê heye lê piştî vê jî tê girtin! Ne ojdan heye, ne rewişt. Ev çavsorayî bi rastî jî mirov matmayî dihêle. Ti nirxên mirovahîyê nikare vê bipejirîne!!
#MakbuleOzer

Ciwan û keçên Kurdan, bi xwîna xwe axa Kobanê avdan. Li hemberî hovên har û hovîtîyê laşên xwe kirin mertalên zindî.
Bi hezaran ciwanan jîyana xwe ji dest dan.
Bi dest xistina tiştan, bi taybetî jî bi dest xistina axê, berdêlên giran dixwaze. Li hemberî tekoşîna wan lehengan bejna xwe ditewînim. Bi xêra tekoşîna wan, jîyana bi hezaran mirov ji xetereyê rizgar bû. Ango ji bilî axê, jîyana bi hezaran mirov xistin ewlehîyê. Yekê Mijdarê, roja Kobanî ya cîhanê li gelê Kurd û azadîxwazan pîroz be.
Ku mirov dibîne ciwanmêr yan jî ciwanjin in, pirtûkê dixwînin û şîrove dikin, mirov dilxweş dibe, ev cihê şanazîyê ye. Vî ciwanmêrî jî gotîye zimanê pirtûkê gelekî girane, ez jî zanim zimanê pirtûkê hinekî girane lê heger mirov bi Kurdî bizanibe bixwîne ez bawerim piştî çend rûpelan û pê de wê ne gelekî giran werê.
Ji bo xwendin û şîroveya vî ciwanmêrî jî spasdarim. 🙏
3)
Em şermezar bikin û nekin jî dewleta Tirk qirkirin û komkujîyên xwe wê bidomîne. Heta taqet tê de hebê, wê li serê Kurdan bixe û heta Kurd yetîya xwe ava nekin jî wê vê êşê bikişînin. Yekîtî jî di demeke nêz de xuya nakê. Ez nabînim, mixabin. Xemgînim lê ez çi bikim?
#LiROJAVAkomkujîheye!!!
2)
Ji ber ku êrîş bike, hertim dikare hincetê kê bibîne û hincetê derxê holê.
Ev çil û pênc sale ku dewleta Tirk û Pkk bi hev re şer dikin. Di nava van salan de Pkkê şerekî bi rewişt(ehlaq) meşandîye.
Lê dewleta Tirk bê pîvan e. Bê sînor e. Çekên qedexe gelek caran bi kar anîne û gelek kesên şarwer(sivîl) kuştin e. Zarok kuştine û xistine stûwê Pkkê. Yên weke Ayhan Çarkın jî li xwe mikûr hatine.
...
1)
Hinek dibêjin ku çalakîyên partîya karkerên Kurdîstanê dibin sedem ku Tirkî êrîşî Rojava bike. Ma ev rast e? Na ne rast e. Gerek ev werê dîtin ku dewleta Tirk, li kûdera cîhanê pêşketineke Kurd derkeve holê, ji ber ku tine bike çi jê tê dike û wê bike ji.
Serokwezîrê berê Bulent Ecewît gotibû ku "heger li Başûrê Afrîqa jî rêvebirîyeke Kurd derkeve holê, em ê li hemberî wê jî têbikoşin". Mahne, hincet ti carî nikarin werin sererast kirin.
...