Rastiya Jinê Rastiya Xwedawenda Azade - Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
Di cehwera xwedewandiyê de çalakiya şehîd Sara û şehîd Ruken Xwedawendî ew pîrozbahiya ku îro jiyan watedar kiriye, nêzîkatiya wê ji xwezayê re, ji ajalan re berhewkirina gîha û mijûlbûna bi mirovan re, ew hiştiye ku hêza jiyanê şênber bibe. Jiyana ku ayîdê jina xwedawend ya îro ew hêze hiştiye ku civaka etîk û estetîk derbikeve holê. Îro ew civak bi fikîr û paradîgmaya Rêber Apo civaka exlaqî û polîtîk, di wê eksenê de adalet, hezkirin, azwerî, coş û kelecan hiştiye ku jiyan di şexsê jina xwedawend de rasteqîn bibe. Çalakiya jina xwedawenda despêka mirovahiyî bigre heya roja me ya îro zanista jiyanê gihişte asta lûtkeyê, jiyan bi derdora jina xwedewand ya azad de xweşik dibe û dibe heqîqet a pîrozbahiya bi salan de tê berdewam kirin. Ê vê jiyanê qebûl nakin, pîroz nabînin jî hene. Bi avayek hesud çav berdidin hêz û vîna jina xwedawend. Qurnaztiya herî kur, kirêt pêşdixînin. Hêz û aqlê jina xwedawend ji dest bixin. Desthilatariya zilam jinê kiriye mal û milk xwera pêşdixwe. Jina xwedawend dike amur, dike reklam. Heqîqet û cewhera jinê paşguh û berovajî dike. Bi derketina Rêber Apo ev pergala yek dest û baviksalarê hat hilweşandin. Gerdun, cîhan û jiyan cardin tarîtiya hezar salan xilas dibe û dora jina xwedawend kom dibe. Bi formîla Rêber Apo bi pêşxistiye formîla “jin, jiyan, azadî” digihişe wê heqîqeta xwe. Tehlîlkirina Rêber Apo zanista jinê ango jineolojî û dîroka jinê derxistiye li ser rûyê cihanê. Bi avabuna tevgera azadiya jinê re; ref bi ref jin pergala heyî ya desthilatar redkir ûRead More







